Senatorê Amerîkayê Van Hollen: Me bi rêzdar Nêçîrvan Barzanî re hevdîtinekî bas kir

18 February 2023 00:35 0 dîtin
Senatorê Amerîkayê Van Hollen: Me bi rêzdar Nêçîrvan Barzanî re hevdîtinekî bas kir

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi sedema tevlîbûna Konferansa Munîhê ya Ewlehiyê li Almanya li bajarê Munîhê hevdîtinên xwe yên fermî dewam dike. Nêçîrvan Barzanî îro bi senatorê Amerîkayê bi Van Hollen re hevdîtinekî kir û Hollen li ser hevdîtinê ji bo medya Kurdistanê ragihand ku wan hevdîtinekî baş kiriye. Li ser hevdîtina bi Nêçîrvan Barzanî re Van Hollen weha got:

“Me hevdîtinekî baş kir. Me behsa têkiliyên navbera Iraqê û Herêma Kurdistanê yên xwurt kir û dewama wê kir. Me behsa têkiliyên navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê yên taybet kir. Min ji ber hewlên têkiliyên baş yên Barzanî bi Bexdayê re, wî pîroz kir.

Em dixwazin hukumeta nû di hinek mijaran de pêş de here ku parvekirina dahatan û qanûna petrolê di nav de ne. Van pirsgirêkan wextekî dirêje çareser nebûne.

Di mijara IŞİD ê de me destekê da hukumeta Iraqê û me bi hêzên Pêşmerge re hevkariyê dikin. Ev gelek girînge. Divê em piştrast bin ku IŞİD têkçûye. Ji ber niha jî li Iraqê û li bakûrê-rojhilatê Sûriyê talûkeye.”