Mesrûr Barzanî: Divê Iraq ji hevrikiyên Rojhilata Navîn dûr be

24 November 2024 08:36 0 dîtin
Mesrûr Barzanî: Divê Iraq ji hevrikiyên Rojhilata Navîn dûr be

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî got, “Pêdivî ye Iraq ji hevrikiyên Rojhilata Navîn dûr bikeve” û diyar kir, “Em amade ne rolê xwe li Herêma Kurdistanê bilîzin.”

Mesrûr Barzanî, li ser hesabê xwe yê Xê peyamek belav kir û tê de got, “Pêdivî ye Iraq ji hevrikiyên Rojhilata Navîn dûr bikeve.

Divê berjewendiyên welatî û dabînkirina pêdivîtiyên xelkê wê, xema serekî û bingeha serederîkirina bi neseqamgiriyên deverê re bin.”

Serokwezîr Barzanî destnîşan kir, “Em amade ne di vî warî de rolê xwe li Herêma Kurdistanê pêk bînin.”