Mesrûr Barzanî: Divê rêz li serweriya Iraq û Herêma Kurdistanê bê girtin
PeyamaKurd – Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro 20ê Îlonê bi serperiştiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî civiya.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di civînê de, Wezareta Darayî û Aborî raspart ku ligel gihîştina 700 milyar dînar ji aliyê hikûmeta federal ve, rasterast bêyî paşketin dest bi dabeşkirina mûçeyên meha Tîrmehê were kirin.
Serokwezîr Barzanî, bal kişand ser êrîşên welatên cîran bi ser axa Herêma Kurdistanê de û daxwaz kir, rêz li serweriya asayîş û îstiqrara Herêma Kurdistanê û Iraqê were girtin.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, di beşa yekem a civînê de kurteya serdana şanda bilind a Hikûmeta Herêmê bo Bexdayê ya 14ê Îlona 2023an, bi serokatiya Serokwezîr a li ser mûçe û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê û civînên şandê ligel her sê serokatiyan û hêz û aliyên siyasî yên Iraqî û fraksiyonên Kurdistanî yên li Parlamentoya Iraqê hat pêşkêşkirin.
Di daxuyaniyê de hate gotin, Serokwezîr di civînê de Wezareta Darayî û Aborî raspartiye ku ligel gihîştina yekem beşa wî pereyê ku Hikûmeta Iraqê biryar daye bo Herêma Kurdistanê bişîne, ku 700 milyar dînar e, yekser bêyî paşketin dest bi dabeşkirina mûçeyên meha Tîrmehê yên mûçexurên Herêmê were kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin