Mesrûr Barzanî: Dubare dikim ku ti serefek di kustina jinan de nîne

23 February 2022 20:29 0 dîtin
Mesrûr Barzanî: Dubare dikim ku ti serefek di kustina jinan de nîne

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 23yê Sibatê derbarê jina bi navê Şinyar Enwer de ku ji aliyê hevjînê xwe ve hatibû şewitandin, peyamek belav kir û got: “Ti şerefek di kuştina jinan de nîne.”

Serokwezîr Barzanî di peyama xwe de diyar kir: “Tenê îsal, 9 jinên bêtawan di encama tundiya malbatî de hatine kuştin, ev tawan divê rawestin û em weke gelê Kurdistanê nabe vê yekê qebûl bikin, weke hikûmetê jî em alîkar û piştevanê dadgehê dibin di sepandina cezayê herî tund de ji bo van tawanan.”

Peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî:

“Ez gelek nîgeran û xemgîn im ji ber bûyerên van demên dawî yên tundiya li dijî jinan li Herêma Kurdistanê. Ez li vir dubare dikim ku ti şerefek di kuştina jinan de tune ye.

Em ligel Wezîrê Navxwe li ser bûyera diltezîn a Şinyar Xan axivîn û me pesnê karmendên polîs da ji ber desteserkirina tawanbar û min piştgiriya xwe ji bo cezakirina tawanbaran car din anî ziman.

Tenê îsal, 9 jinên bêtawan di encama tundiya malbatî de hatine kuştin, ev tawan divê rawestin û em weke gelê Kurdistanê nabe vê yekê qebûl bikin, weke hikûmetê jî em alîkar û piştevanê dadgehê dibin di sepandina cezayê herî tund de ji bo van tawanan.

Ez rijd im li ser parastina hemû jin û keç û zarokên ku di metirsiyê de ne. Ez dizanim ku pêwîstî bi dem û pabendbûneke cidî heye, loma jiholêrakirina vê diyardeya nemirovî, pêwîstî bi beşdariya her kesî heye, weke çalakvanên civaka sivîl û berpirs û kesayetên olî û civakî, herwiha pêwîstiya me bi encamdana çaksaziyê di sîstema dadwerî de heye.

Em hemû hewldanên xwe dikin ji bo bidawîkirina van tawanan.”