Mesrûr Barzanî: Em amade ne bi hikûmeta nû ya Iraqê re kar bikin

11 January 2023 14:03 0 dîtin
Mesrûr Barzanî: Em amade ne bi hikûmeta nû ya Iraqê re kar bikin

PeyamaKurd Serokwezîr Mesrûr Barzanî peyam da ku ew amade ne bi hikûmeta nû ya Iraqê re kar bikin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî ku îro serdana paytexta Iraqê Bexdayê kiribû, peyama "Em vegeriyan Bexdayê û amade ne ligel hikûmeta nû kar bikin ji bo avakirina paşerojeke baştir û geştir ji bo gelên xwe."

Serokwezîr Mesrûr Barzanî ku bi şanda pê re li Bexdayê ye, bi Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd, Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî, Serokê Parlamentoyê Mihemed Helbûsî û Serokê Desteya Bilind a Dadweriyê Faîk Zêdan re dicive.