Mesrûr Barzanî: Em bi temamê dinyayê re di sînê de ne

09 September 2022 01:00 0 dîtin
Mesrûr Barzanî: Em bi temamê dinyayê re di sînê de ne

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi sedema koça dawî ya qralîça Îngîltere Elizabeth a 2em peyameka sersaxiyê belav kir. Barzanî di peyama xwe de weha got:

“Ji malbata qraliyeta Brîtanyayê û welatên ku berjewendiyên wan hevparin re sersaxiyê dixwazim. Qralîçe Elizabeth a 2em kesayetiyeka xwurt bû. 70 sal xizmetê kir û remza fîdakariyê bû. Ew ji bo temamê dinyayê mînak bû û em bi temamê dinyayê re di şînê de ne.”

Piştî koça Elizabetha 2 em kurê wê Prens Charles ciyê wê girt û bû desthilatê textê Brîtanyayê.