Mesrûr Barzanî alîkariya dayika 6 zarok bi hev re anîbû dinyayê dike

27 October 2021 11:27 0 dîtin
Mesrûr Barzanî alîkariya dayika 6 zarok bi hev re anîbû dinyayê dike

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, alîkariya malbata Hewlêrî ya ku bermaliya wê 6 zarok bi hev re anîbû dike.

Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw diyar kir, em ê îro serdana wê malbata Hewlêrî bikin ku do bermaliya malê 6 zarok bi hev re anî dinyayê.

Umêd Xoşnaw herwiha eşkere kir, ez ê bi nûnertiya Serokê Hikûmeta Kurdistanê, serdana wan bikim û alîkariya malbatê bikim.

Do li nexweşxaneya jidayîkbûna Hewlêrê, jineka Hewlêrî 6 zarok bi hev re anî dinyayê.

Ji ber ku zarok zûtir ji dema xwe hatine dinyayê, rewşa tenduristiya wan ne baş e.