Mesrûr Barzanî: Em dixwazin binesazî û aboriyek bihêz ji nifsên bê re bihêlin
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 16ê Cotmehê beşdarî merasîma vekirina bendava Gomespanê bû û kevirê bingehîn ê rêya Gomespan-Simaqolî danî.
Mesrûr Barzanî, di merasîmê de dilxweşiya xwe ji bo danîna kevirê bingehîn ê rêya dualî ya Gomespan-Simaqolî nîşan da û got: “Em dixwazin binesaziyeke bihêztir, asayişa avê ya bihêztir û enerjiya paqijtir ji nifşên xwe yên pêşerojê re bihêlin.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî, li ser hesabê xwe yê Xê got: “Bi vekirina mezintirîn bendava parêzgeha Hewlêrê û danîna kevirê bingehîn ê rêya Gomespan-Simaqoliyê dilxweş bûm.”
Mesrûr Barzanî diyar kir: “Em dixwazin binesaziyek bihêztir, asayişa avê ya bihêztir, enerjiya paqijtir û aboriyek pirrengtir û mezintir ji nifşên xwe yên pêşerojê re bihêlin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin