Mesrûr Barzanî û Melonî civiyan: 'Em dixwazin têkiliyên bi Kurdistanê re bihêz bikin'
PeyamaKurd - Serokwezîra Îtalyayê Giorgia Meloni û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 23yê Kanûnê li Hewlerê civiyan û piştre jî civîneke hevbeş a rojnamevanî li dar xistin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li paytext Hewlêrê pêşwazî li Serokwezîra Îtalyayê Giorgia Meloni kiribû ku piştre jî di navbera herdu aliyan civînek hat kirin.
Hat ragihandin ku Mesrûr Barzanî û Giorgio Meloni di civînê de, ligel pêwendiyên Roma û Hewlêrê, şerê DAIŞê, rewşa Iraq û herêmê çend mijarên girîng gotûbêj kirin.
Serokwezîr Barzanî, serkeftin ji hikûmeta Îtalya ya bi seroktiya Melonî re xwest û daxwaza xwe ya pêşxistina pêwendiyên Hewlêr û Romayê anî ziman.
Mesrûr Barzanî got ku di civînê de, mijarên dualî yê bi herdu aliyan re pêwendîdar hatine gotûbêjkirin û diyar kir ku ew dixwazin têkiliyên Hewlêr û Romayê di çarçoveya berjwendiyên dualî de werin pêşxistin.
Serokwezîra Îtalyayê Melonî jî got ku ew dixwazin têkiliyên dualî yên ligel Kurdistanê bihêz bikin û hebûna hêzên îtalî li herêmê bilind nirxand.
Melonî da zanîn ku wê xwestiye serdana xwe ya ewil a li derveyî Ewropayê bo Iraq û Herêma Kurdistanê bike û got, ev peyamek e ku dixwazin pêwendiyên dualî yên di gelek warên wekî enerjî û aboriyê de jî bihêz bikin.
Herwiha Melonî destnîşan kir ku ew dixwazin rola Konsûlxaneya Hewlêrê ya Îtalyayê hîn bihêztir bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin