Mesrûr Barzanî: Em dixwazin tîma YNKê vegere û erkên xwe pêk bîne
PeyamaKurd – Di civîna îro 26ê Nîsanê ya Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê de ku bi seroktiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî hat lidarxistin de, çend mijarên cuda hatin gotûbêjkirin.
Piştî civînê hat ragihandin, di xala yekem a civînê de, encamên serdana tîma Encûmena Wezîran bo Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî hate gotûbêjkirin ku ji aliyê endamên tîmê ve hat pêşkêşkirin.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bilî destxweşîkirina li tîma Encûmena Wezîran got: “Me gelek caran daxwaz ji Cîgirê Serokwezîr û tîma YNKê kiriye ku vegerin civînên Encûmena Wezîran û niha jî em careke din bang li wan dikin ku vegerin û erkên xwe yên yasayî û îdarî ji bo xizmetkirina welatiyan bi cih bînin. Her kêşe û giriftek hebe jî ku armanc jê berjewendiya giştî be, divê di civînên Encûmena Wezîran de were gotûbêjkirin.”
Serokwezîr Mesrûr diyar kir; “Em dixwazin tîma YNKê vegere, em hêvîdar in ku di asta berpirsyariyê de bin, erkên xwe pêk bînin û êdî nebin sedem ku welatî baca dewamnekirina wan bidin.”
Di xala duyem a civînê de, behsa wergirtina genimê cotkaran ji aliyê kompanyaya giştî ya dexlûdanê ya ser bi Wezareta Barziganî ya Iraqê ve hate kirin ku ji aliyê Wezîrê Bazirganî û Pîşesazî Kemal Muslim ve hat pêşkêşkirin ku behsa encamên serdana xwe ya dawîn bo Bexdayê û danûstandinên xwe yên li gel Hikûmeta Federal kir, Ji bo kirîna genim ji cotkarên Herêma Kurdistanê û amaji bi wê kir ku gotûbêj û hewlên wan di vê derbarê de berdewam in.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo kirîna genim ji cotkarên Herêma Kurdistanê, wezaretên pêwendîdar raspardin ku tedbîrên pêwîst werbigirin û bi aliyên peywendîdar ên Hikûmeta Federal re peywendiyê bikin. Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekez kir ku divê hemû hewl bên dayîn ji bo ku cotkarên Kurdistanê berhemên wan tên kirin.
Di xala sêyem a civînê de jî projeyasaya (karkirin û sererastkirina yasaya rêkxistina karê ewlehiyê ya Iraqê ya hejmar (10 a sala 2005 li Herêma Kurdistanê) ji aliyê Wezîra Karûbarê Parlementoyê Vala Ferîd ve hate pêşkêşkirin. Piştî gotûbêj, danûstandin û pêşkêşkirina çend têbînî û pêşniyaran, Encûmena Wezîran ew projeyasa pesend kir.
Wezîrê Navxwe Rêbar Ehmed raporek li ser tedbîrên ku bo rûbirûbûna teqekirina li Hewlêrê û girtina tawanbaran hatine standin, pêşkêş kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî, destnîşan kir ku divê saziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemû tedbîrên pêwîst ji bo aramkirina ewlehiyê û parastina welatiyan werbigirin û bi ti awayî nabe çavpoşî li hember tawanbar û binpêkeran were kirin û divê diyardeya hilgirtina çekan a ne yasayî û çekên bê molet bi dawî bibe. Daxwaz ji saziyên ragihandinê kir ku nebin platforma belavkirina tundî û tirsandinê, lê belê di parastina aştiya civakî de rola xwe ya girîng bigirin.
Di dawiya civînê de, Wezîrê Tendirustiyê Saman Berzencî kurteyek derbarê belavbûna nexweşiya îltîhaba perdeyê mejî (Meningitis) di nav zarokên parêzgeha Helebce de pêşkêş kir û dilniya da ku lêkolîn û şopandin hatine kirin, tedbîrên pêwîst hatine girtin, nexweş dermanên guncaw werdigirin û rewş di bin kontrolê de ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin