Mesrûr Barzanî: Ez sas dimînim çima birayên me yên YNK ê naçin civîna encumenê
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi sedema meşandina xebatên dîplomatîk yên Kurdistanê li Îsvîçreyê li bajarê Davosê ye. Barzanî îro civîneka çapemeniyê lidar xist û tîşkê xist ser mijaran lê di mijara ku wezîrên YNK ê yên hukumeta Herêma Kurdistanê çima naçin civîna encumena wezîran de weha got:
“Ez şaş dimînim çima birayên me yên YNK ê naçin civîna encumenê û boykot dikin. Em ti carê naxwazin ku kabîna hukumetê bibe meydana pirsgirêkan. Eger pirsgirêkên hevkarên hukumetê hebin, rexneyên wan hebin an gotinekî wan hebe bila di civînê de bêjin. Lê ya rast piştî me qatilên Hawkar Caf yê ku li Hewlêrê hatibû şehîdkirin, me xwest ku em teslîmê dadgehê bikin, lê mijarê gelek mezin kirin.
Min di serî de got ku hukumeta herêma Kurdistanê ya herkesiye û divê cudahî nekeve navbera ti deveran.”
Serokwezîr Barzanî di mijara bûyera kuştina 5 kesên ji bajarê Duhokê ku li bajarê Mêrdînê êrîşa çekdarî biribûn ser wan û hatibûn kuştin, ji bo malbatên wan sersaxiyê xwest.
Mesrûr Barzanî di mijara hilbijartinên Herêma Kurdistanê de jî li ser pirsa peyamnêran weha got:
“Ez dixwazim hilbijartin di wexta xwe de bibin û naxwazim wext dirêj bibe. Divê îsal hilbijartin bê kirin. Divê ti sedem nebe sedema paşdexistina hilbijartinan. Wezîfa hukumetê ew e ku her tiştî bicîh bîne û em amade ne. Li aliyê dinê jî aliyê qanûnî yê hilibjartinê heye. Divê ew jî çareser bibe û em hêvî dikin ku hilbijartinekî zelal û serkeftî bêkirin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin