Mesrûr Barzanî: Pîrozbahiyeke germ li xwisk û birayên Kildanî, Asûrî û Siryanî dikim

01 April 2022 09:36 0 dîtin
Mesrûr Barzanî: Pîrozbahiyeke germ li xwisk û birayên Kildanî, Asûrî û Siryanî dikim

PeyamaKurd Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo cejna sersala nû ya Babilî Aşûrî (Ekîto) peyameke pîrozbahiyê belav kir û da zanîn: “Pîrozbahiyeke germ li xwişk û birayên Kildanî, Aşûrî û Siryanî yên li Kurdistan û Iraq û cîhanê dikim.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de diyar kir: “Bi boneya hatina sersala nû ya Babilî Aşûrî (Ekîto) pîrozbahiyeke germ li xwişk û birayên Kildanî, Aşûrî û Siryanî yên li Kurdistan û Iraq û cîhanê dikim. Ez hêvîdar im sala şadî û xweşî û aramiyê bibe ji bo Kurdistaniyan û cîhanê bi giştî.”

Di berdewamiyê de got: “Em di vê boneyê de careke din tekezî li ser girîngiya pêşvebirin û bihêztirkirina çanda pêkvejiyana aştiyane ya hemû pêkhateyên Herêma Kurdistanê dikin.”

Herî dawî Cejna Ekîto pîroz kir û da zanîn: “Ez hêvîdar im em hemû salê bi xweşî pîroz bikin.”