Mesrûr Barzanî: Ez pîrozbahiyeke germ li karkerên Kurdistanê, Iraq û cîhanê dikim
PeyamaKurd – Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, peyamek ji bo 1ê Gulanê belav kir û diyar kir: ‘‘Rêz û pêzanînên min ji bo erk, westandin û hêzar fikir a karkerên Kurdistanê heye.’’
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro di peyama xwe de da zanîn: ‘‘Bi boneya 1ê Gulanê Roja Karkerên Cîhanê, ez pîrozbahiyeke germ li karkerên Kurdistanê, Iraq û cîhanê dikim.’’
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê destnîşan kir: ‘‘Rêz û pêzanînên min ji bo erk, westandin û hêza fikir a karkerên Kurdistanê heye ku di rewşeke xirab a aborî de jî xizmetkirinê berdewam dikin.’’
Mesrûr Barzanî eşkere kir: ‘’Di vê boneyê de, pêbendbûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi parastina mafên karkeran û bidestanîna jîngeyekî baş a karkirinê, ku silametî û tenduristiya wan di sektora giştî û taybet de ji bo li berçav bê girtin em pêbendiya xwe em teqez dikin.’’

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin