Mesrûr Barzanî fermana tayînkirina 1.685 derçûyên kolej û zanîngehan da
PeyamaKurd - Serokwezîr Mesrûr Barzanî, fermana damezirandina daîmî ji 3 kesên yekem ê kolej û beşên zanîngeh û peymangehan derxist ku li gorî wê fermanê wê 1.685 derçûyî bên tayînkirin.
Hat ragihandin ku Serokwezîr Mesrûr Barzanî, fermana damezrandinî daîmî ji bo xwendekarên yekem li ser asta kolêj û beşên zanîngeh û peymangehan ê sala 2016-2017an derxistiye.
Hat zanîn ku jimareya wan derçûyan dike 1.685 kes û ew dê ji ser plana Wezareta Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî ya Wezaretan werin tayînkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin