Mesrûr Barzanî gotarek xêrhatinê li Lûtkeya Astî û Ewlekariya Rojhilata Navîn pêskês kir
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî gotarek xêrhatinê li Lûtkeya Aştî û Ewlekariya Rojhilata Navîn pêşkêş kir û got: “Hêvîdar im ku civînên bi vî rengî bibin alîkar ku em li ser mijarên îroyîn ên Iraq, Kurdistan û navçeyê gotûbêjan bikin.”
Gotara Mesrûr Barzanî wiha bû:
Bi navê Xwedayê mezin û dilovan
Cenabê Serok Komarê Iraqa Federal Dr. Letîf Reşîd
Birêz Mihemed Helbûsî, Serokê Parlamentoya Iraqa Federal
Karbidestên siyasî û dîplomat, balyoz, akademîsyen û lêkolîner, xwişk û birayên hêja, hûn hemû bi xêr hatin.
Ez gelek keyfxweş im ku îro em hemû li vir in di Lûtkeya Aştî û Ewlekarî ya Rojhilata Navîn de li zanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê li Duhokê, hêvîdar im ku civînên bi vî rengî bibin alîkar ku em li ser mijarên îroyîn ên Iraq, Kurdistan û navçeyê gotûbêjan bikin. Çareserkirina kêşeyên ku li vir û li herêmê hene, van ramanan bixin ber destê desthilatdaran û bi kêr û jêhatî bin. Em nekarin hemû pirsgirêkan çareser bikin, lê ji bo bi kêmanî em bikarin pirsgirêkan kêm bikin.
Ez hêvî dikim hevdîtinek serkeftî be
Ez dîsa bi xêrhatina we hemûyan dikim.
Pir pir bi xêr hatin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin