Mesrûr Barzanî di konferansa rûbirûbûna madeyên hisbir de gotarekê pêskes dike
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro yekşemê 15ê Cotmehê li Hewlêrê beşdarî konferansa derbarê rûbirûbûna madeyên hişbir de dibe û gotarekê pêşkeş dike.
Hate zanîn ku wê di konferansê de Serokwezîr Mesrûr Barzanî û hejmarek beşdar gotaran pêşkêş dikin û piştre jî çend panel werin sazkirin.
Panela yekem bi sernavê “Di Rûbirûbûna Madeyên Hişbirê de, Rola Aliyên Pêwendîdar” de û hejmarek wezîr û berpirsên pêwendîdar beşdar bibin.
Panela duyem bi sernavê “Rola Aliyên Navdewletî di Alîkariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ji bo Rûbirûbûna Madeyên Hişber û Bandorên Derûnî” ye û nûnerên saziyên navdewletî û mafên mirovan diaxivin.
Hin rayedarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal, nûneratiyên dîplomatîk ên li Herêma Kurdistanê û saziyên Neteweyên Yekbûyî û saziyên navdewletî jî beşdarî konferansî dibin.
Şêwirmendê Raspardeyên Navdewletî di Hikûmeta Herêma Kurdistanê de Dîndar Zêbarî derbarê konferansê de ragihand: “Ev Konferans, pêngavek e ji bo rûbirûbûna madeyên hişber, hişyarkirina civakê û alîkariya qurbaniyan ku niha hejmara bikarhênerên madeyên hişbir zêde bûye.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin