Mesrûr Barzanî: Hikûmet ji bo parastina jîngehê û pêsxistina çanda jîngehparêziyê kar dike

07 November 2021 18:11 0 dîtin
Mesrûr Barzanî: Hikûmet ji bo parastina jîngehê û pêsxistina çanda jîngehparêziyê kar dike

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro Yekşemê pêşwazî li serokê desteya parastin û çêkirina jîngehê ya Kurdistanê Ebdulrehman Sidîq kir.

Hat ragihandin ku di civînê de serokê desteya jîngehê raportek li ser kar û çalakiyên desteyê pêşkêş kir.

Serokê hikûmeta Kurdistanê jî behsa girîngiya parastina jîngehê kir û ragihand, hikûmet kar dike ji bo parastina jîngehê û pêşixistina çanda jîngehparêziyê di çarçoveya pîvanên cîhanê de.

Mesrûr Barzanî da zanîn, hikûmetê gavên pratîkî ji bo parastina jîngehê avêtine; mîna kêmkirina gazên karbonî û nehiştina gilêşê û sûd wergirtin ji gazên ku ji bîrên petrolê têne derxistin.

Di hevdîtinê de herwiha behsa bihêzkirina şêwazên parastina daristanan jî hat kirin.