Mesrûr Barzanî îro bi Balyozê Gistî yê Ermenîstanê re civiya

07 October 2023 14:43 0 dîtin
Mesrûr Barzanî îro bi Balyozê Gistî yê Ermenîstanê re civiya

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Îro roja Şemiyê, 7ê Cotmeha 2023ê bi Balyozê Giştî yê Ermenîstanê li Herêma Kuristanê Arşak Manokiyan re civiya.

Li gorî zanyariyên ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Arşak Manokiyan bi helkefta bidawîhatina erkê xwe serdana Serowezîrî kir.

Herwiha hat ragihyandin, di wê hevdîtinê de Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya Balyozê Giştî yê Ermenîstanê kir ji ber ku di wê heyamê de wî li Kurdistanê ji bo pêşxistina pêwendiyên dualî xebat kiriye û daxwaza serkeftinê jî ji bo wî kir.

Balyozê Giştî yê Ermenîstanê jî ji aliyê xwe ve rêz û spasiyên xwe ji bo dezgehên pêwendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê diyar kirin ji ber alîkarî û piştevaniyên wan di dema karkirina wî de.