Mesrûr Barzanî ji rojnamevanên Kurdistanê daxwaza pistgiriya reforman kir
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 13ê Nîsanê pêşwazî li Rêkxerê Navenda Metro ya ji bo mafên rojnamevanan Rehmen Xerîb kir.
Serokwezîr Barzanî di hevdîtina ligel Rehmen Xerîb de, ji rojnamevanên Kurdistanê daxwaz kir ku hevkar û alîkarê karnameya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bibin ji bo reform û rûbirûbûna gendeliyê.
Mesrûr Barzanî tekez kir ku ew bi her awayî piştgiriya azadiya rojnamevaniyê dike û divê dezgehên Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî bi dayîna zanyariyên dirust, alîkarê karê rojnamevaniyê bibin, da ku medyakarên Kurdistanê,bi awayekî profesyonel erkên xwe encam bidin.
Rêkxerê Navenda Metroyê tevî pêşkêşkirina kar û çalakiyên navendê, spasiya piştevaniya Serokwezîr kir û hêvîdar bû bi alîkariya hemû aliyan, azadiya karê rojnamevaniyê û azadiya zanyarî were berfirehkirin, ku mercekî girîng a pêşxistina demokrasiyê ye li Kurdistanê.


Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin