Mesrûr Barzanî daxwaza besdariya Kurdistanê di UNESCOyê de kir
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Çarşemê li paytext Hewlêrê pêşwazî li Rêvebera Giştî ya UNESCOyê Odre Azulenin kir.
Di civînê de Rêvebera Giştî ya UNESCOyê Odre Azulenin kêfxweşiya xwe nîşan da ku yekem car e serdana Herêma Kurdistanê dike.
Azulenin derbarê kar û çalakiyên UNESCO yên li Iraq û Herêma Kurdistanê kurteyek pêşkêş kir, bi taybetî kar û projeyên xwe di warê parastun û nûjenkirina şûnwarên dêrîn û dîrokî yên Kurdistanê ku ji wan herî girîng Kelha Hewlêrê ye ku şûnwareke cîhanî ye.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî jî pesnê kar û çalakiyên UNESCOyê da ji ber parastina şûnwar û kelûpelên cîhanî û daxwaz kir ku Herêma Kurdistanê wek endamekî beşdar di rêxistina UNESCOyê de werbigrin û Rêvebera Giştî ya UNESCOyê jî, soza hevkarî û piştevanîkirina Herêma Kurdistanê bi hevahengiya ligel hikûmeta federal a Iraqê da.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin