Mesrûr Barzanî li Wezareta Darayî û Aborî bi wezîr û berpirsên wezaretê re civiya
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di çarçoveya serdanên xwe yên berdewam ên bo wezaretên Hikûmeta Kurdistanê de, îro 23yê Hezîranê serdana Wezareta Darayî û Aborî kir.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di serdana Wezareta Darayî û Aborî ya Kurdistanê de, bi Wezîrê Darayî û Aborî Awat Şêx Cenab û berpirsên wezaretê re civiya û li ser karûbarên wezaretê guftûgo kir.
Beriya niha jî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî serdana hejmarek ji wezaretên Herêma Kurdistanê kiribû û rewş û karûbarên wan wezaratanji nêzîk ve şopandibû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin