Mesrûr Barzanî: Me ji bo dabînkirina mûçeyan karekî bas û bingehîn ligel hikûmeta federal kiriye

19 October 2023 20:53 0 dîtin
Mesrûr Barzanî: Me ji bo dabînkirina mûçeyan karekî bas û bingehîn ligel hikûmeta federal kiriye

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 19ê Cotmehê roja Pêncşemê di merasîma serkeftiyên Zanîngeha Kurdistan-Hewlêrê de axaftinek kir û bal kişand ser mafên mamostayan û dabînkirina mûçeyên wan.

Mesrûr Barzanî, bal kişand ser proseya xwendinê û rola mamostayan û got, mafê mamostayan e li serê her mehekê mûçeyên wan bên dabînkirin. Derengmana mûçeyan ne sûcê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye û ne tenê mûçeyê mamosteyan ên hemî fermanber û mûçexurên din jî dereng dimînin.

Serokwezîr Barzanî tekez kir, Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi Hikûmeta Federal re karekî baş ji bo dabînkirina mûçeyan û çarekirina arîşeyan bi rengekî bingehîn kiriye û daxwaz ji mamostayên wan cihên heta niha dest bi proseya xwendinê nekiriye kir, destpêka heftiya bê vegerin navendên xwendinê û dest bi proseya xwendinê bikin û nehêlin xwendina xwendekaran biçe, ji ber ku mûçeyên wan dê bên qerebûkirin, lê xwendin nayê qerebûkirin.

Serokwezîr Barzanî, herwiha spasiya rolê mamostayan kir û xwest, erkê xwe berpirsiyarî bi cî bînin, di xizmeta gel û welatên xwe de bin û rênîşanderên wan xwendekaran bin.