Mesrûr Barzanî: Li ser mûçeyan rêkeftin hat kirin

04 April 2024 08:59 0 dîtin
Mesrûr Barzanî: Li ser mûçeyan rêkeftin hat kirin

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî mizgîniyek da, ku piştî hewlên dirêj, bi hikûmeta federal re çareseriyek ji bo pirsgirêka mûçeyan hat dîtin û da zanîn ku armanca wan ew e ku berî Cejna Remezanê dest bi dabeşkirina mûçeyên karmendên Adara 2024an bikin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di daxuyaniya xwe ya îro (03.04.2024) de wiha got:

“Piştî hewldaneke zêde, bi hevkariya herdu tîma serokwezîrê hikûmeta federal û ekîba hikûmeta Herêma Kurdistanê, karîn çareseriyek guncaw ji kêşeya dayîna mûçeyên karmend û fermanberan re bê dîtin.”

"Em ê hewl bidin ku beriya cejnê dest bi dabeşkirina mûçeyên meha Adarê bikin."

Serok Barzanî spasiya hemû hêz û aliyên ku bi hev re bûne alîkar bo derbaskirina van astengan bi taybetî Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî kir û got, "Di demên borî de gelek hewl hatin dayîn ku welatiyên herêmê bêhêvî bibin, ji ber vê yekê ez careke din spasiya efserên herêmê dikim ji ber berxwedana wan."

Serokwezîr Barzanî amaje bi wê yekê jî kir ku di nava 2 rojan de dabeşkirina mûçeyên meha Sibatê bi dawî dibe û got, "Em ê hewl bidin beriya Cejna Remezanê dest bi dabeşkirina mûçeyên meha Adarê bikin."