Mesrûr Barzanî: Divê rêkeftin wek xwe û di zûtirîn demê de were bicihkirin
PeyamaKurd – Piştî civîna Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê ya îro 5ê Nîsanê bi seroktiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî civiya, daxuyaniyek hat belav kirin.
Di daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hat ragihandin ku di xala yekem a civînê de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî ronahî xistiye ser encamên gotûbêjên şanda bilind a bi serokatiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bo Bexdayê û îmzekirina rêkeftina di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de ji bo hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê.
Serokwezîr Barzanî di civînê de, diyar kir, “Ev rêkeftin destkefteke girîng e û gaveke din e ji bo baştirkirina pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de.”
Mesrûr Barzanî, destxweşî li Serokwezîr Mihemed Şiya Sûdanî kir, ji ber hewlên wî yên ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de.
Di beşeke din a daxuyaniyê de hat gotin: “Serokwezîr her wiha pîrozbahî li şanda danûstandkar a Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku bêyî destberdana ji ti mafekî destûrî yê Herêma Kurdistanê gihîştine vê rêkeftinê.”
Hat diyarkirin ku di van salên dawî de berpirsên Hikûmeta Federal mûçe û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê birîn, Herêma Kurdistanê neçar bû ku petrolê hinarde bike û rêkarên hinardekirina petrolê, yasayî û destûrî bûn û Hikûmeta Herêma Kurdistanê di çarçoveya mafên xwe yên destûrî de petrol hinarde dikir.
Mesrûr Barzanî hêvî xwest ku ew rêkeftin wek xwe û di zûtirîn demê de bicih bibe û bibe bingeheke baş ji bo bicikanîna yasaya bûdceyê û amadekirina projeyasaya petrol û gaza federalî.
Di beşeke din a civînê de, Wezîra Herêmê bo Karûbarê Perlemantoyê Vala Ferîd û Wezîrê Tendirustiyê Saman Barzanî kurteyek derbarê armanc, pêkhate û taybetmendiyên projeyasayê (Wezareta Tendirustî ya Herêma Kurdistanê) pêşkêş kirin.
Hat bibîrxistin ku armanca vê projeyasayê, bilindkirina asta xizmetên tenduristiyê, reforma sîstema tenduristiyê di berjewendiya welatiyan de, rêkxistina rêkarên xebatê di sektorên giştî û taybet de û rêzgirtina li mafên nexweşan e.
Di civînê de, piştî pêşkêşkirina çend têbîniyan, biryar hat dayîn ku bi berçavgirtina têbîniyan û bi arasteya zêdetir dewlemendkirina projeyasayê, pêdaçûn li ser projeyasayê were kirin, ji bo di civîna bê ya Encûmena Wezîran de were pesendkirin.
Hat eşkere kirin ku mijara dawî ya civînê jî, taybet bû bi pêşkêşkirina babeta bilindbûna nirx û kelûpelan li bazarê ku tevî daketina nirxê dolar li hember dînarê Iraqî û çawaniya çavdêrîkirin û kontrolkirina nirxê bilind li bazaran.
Herwiha di civîna Encûmena Wezîran de, Wezîrê Navxwe Rêber Ehmed, Serokê Dîwana Encûmena Wezîran Omêd Sebah û wezîrên pêwendîdar, ronîkirin, zanyarî û rasperdeyên pêwîst ji bo kontrolkirina bazar û nirxê kelûpelan û kêmkirina barê jiyana welatiyan, pêşkêş kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin