Mesrûr Barzanî pêswazî li Balyozê Îtalya yê Iraqê kir
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 28ê Mijdara 2021ê pêşwazî li Balyozê Îtalya li Iraqê Bruno Antonio kir ku ji bo xatirxwestinê hatibû Hewlêrê.
Di hevdîtinê de ku Konsulê Îtalya li Hewlêrê Michele Camerota amade bû, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê spasiya Balyozê Îtalyayê kir ji bo kar û xizmetên wî yên ji bo pêşvebirina pêwendiyên Îtalya ligel Iraq û Herêma Kurdistanê, hêviya serkeftinê jî di erkê wî yên nû de xwest.
Balyozê Îtalya li Iraqê, spasî û pêzanîna wî ji bo hevahengiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ligel Balyozxaneya Îtalyayê nîşan da û amadehiya welatê xwe ji bo pêşvebirina pêwendiyên di warên cuda de ligel Herêma Kurdistanê de dubare kir.
Girîngiya çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî de li ser bingeha destûrê, rewşa giştî ya Iraqê ji piştî hilbijartina Encûmena Nûneran û rewşa koçberên li ser sînorê Belarus û Polonyayê, çend mijarên din ên civînê bûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin