Mesrûr Barzanî pêswazî li Balyozê Swîsre yê Urdin û Iraqê kir
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 19ê Çile pêşwazî li Balyozê Swîsre yê li Iraq û Urdinê Lukas Gasser kir.
Di hevdîtinê de li ser rewşa giştî ya Iraq û hewldanên pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê û pêşvebirina pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Swîsreyê hat gotûbêjkirin.
Balyozê Swîsre yê li Iraq û Urdinê spasiya hevkarî û hemahengiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ligel balyozxaneyê kir û amadebûna welatê xwe jî ji bo pêşvebirina zêdetir a pêwendiyan û handana hatina kompaniyên Swîsreyê bo Herêma Kurdistanê nîşan da.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî bal kişand ser çaksaziyên kabîneya nehem ber bi hemecûrkirina aborî û çavkaniyên dahat û derfetên sûd wergirtina ji ezmûna serkeftî ya welatê Swîsreyê ji bo pêşxistina Herêma Kurdistanê di hemû waran de.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin