Mesrûr Barzanî pêswazî li konsulê nû yê Komara Çîkê kir

01 February 2022 19:39 0 dîtin
Mesrûr Barzanî pêswazî li konsulê nû yê Komara Çîkê kir

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, pêşwazî li Konsulê Giştî yê nû yê Komara Çîkê li Herêma Kurdistanê Karel Kortanek kir.

Serokwezîr Barzanî di hevdîtinê de, pîrozbahiya destbikarbûnê li Konsulê Çîk yê nû kir û hêvî xwest pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û komara Çîkê de di hemû waran bi pêş bikevin.

Konsulê Giştî yê nû yê komara Çîkê spasiya hevahengiya dezgehên pêwendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ligel Komara Çîkê kir û amadehiya welatê xwe ji bo pêşvebirina pêwendiyên bi Herêma Kurdistanê re nîşan da.