Mesrûr Barzanî peyamek ji bo Roja Ala Kurdistanê belav kir
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyamek ji bo Roja Ala Kurdistanê belav kir û got, em hemû li jêr vê alayê ber bi aştiyê gav biavêjin.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de da zanîn, Pêşmergeyên qehreman bi têkoşîn û xweragirî û qurbanîdanê, vê alayê her dem bilind û pîroz ragirtine.
Peyama Mesrûr Barzanî ya ji bo Roja Ala Kurdistanê wiha ye:
Di Roja Ala Kurdistanê de, ev vê roja alayê ku ala hemû pêkhateyên cuda yên Kurditanê ye, bilind û pîroz radigrin.
Em serê rêz û hurmetê ji bo şehîdên me yên serbilind ditewînin ku ji bo vê alayê û xaka Kurdistanê, giyanê xwe bexş kirin.
Em spasî û destxweşî li Pêşmergeyên qehreman dikin ku bi têkoşîn û xweragirî û qurbanîdanê, vê alayê her dem bilind ragirtine.
Em hemû li jêr sîbera vê alaya pîroz, ber bi aştî û avakirina zêdetir a Kurdistanê gav biavêjin.
Roja Ala Kurdistanê pîroz be.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin