Mesrûr Barzanî tevî sandeya hikûmetê gihîst Dûbaiyê
PeyamaKurd – Serokwezîrê hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo beşdarî Lûtkeya Hikûmetê ya Cîhanê bibe dê biçûya Îmaratê, tevî şandeya hikûmetê Dûbaiyê.
Di daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hat ragihand ku şandeya li gel Serokwezîr Barzanî ji Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî, Wezîrê Şaredarî û Geştûguzariyê Sasan Ewnî, Serokê Encûmena Wezîran Umêd Sebah û Sekreterê Encûmena Wezîran Amanc Rehîm pêk tê.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di çarçoveya lûtkeyê de Serokwezîr Barzanî dê bi serkirde û rayedarên payebilind ên cîhanê re çend hevdîtinan pêk bîne.
Lûtkeya Hikûmetê ya Cîhanê ya 2025an (WGS 2025) ku dê bi qasî 30 serokên dewletan û rêberên ji deverên cuda yên cîhanê beşdariyê lê bikin, dê di navbera 11-13 Sibatê de li Dûbaiyê were lidarxistin.
Herwiha tekezî li ser wê yekê hat kirin ku beşdariya şandeya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya lûtkeyê hin ji hewlên berdewam ên Serokwezîr Mesrûr Barzanî ne ku armanca ji wan bihêzkirina rol û pêgeha Herêma Kurdistanê weke birêvebiriyeke bibandor û pêbawer di nav civaka navdewletî de.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin