Mesrûr Barzanî û Erdogan li Koska Dolmabahçe civiyan
PeyamaKurd-Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan re civiya. Serokwezîr Barzanî da zanîn ku di civînê de li ser rewşa Iraq û deverê û pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê hatiye nirxandin.
Li gorî agahiyên ku ji aliyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ve hatine dayîn, di civînê de li ser rewşa Iraq û deverê, her wiha li ser pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê guftugo hatine kirin. Hat ragihandin ku tekezî li ser berfirehkirina alîkariya ji bo asayîş û aramiya deverê hatiye kirin.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê da zanîn ku herdu aliyan ji hev daxwaza pêşxistina hemahengî û pêwendiyan kiriye. Hat zanîn ku bi taybetî li ser aborî û bazirganiyê û li ser bingeha berjewendiyên hevbeş axivîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin