Nêçîrvan Barzanî û Erdogan li Koska Dolmabahçe ya Stenbolê civiyan

21 June 2019 16:49 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî û Erdogan li Koska Dolmabahçe ya Stenbolê civiyan

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ku îro bo serdaneke fermî derbasî Tirkiyê bû, li Stenbolê bi Serokomarê Tirkiyê Recep Erdogan re civiya.

Hevdîtina Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ligel Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li Koşka Dolmabahçe ya Stenbolê dest pê kir.

Hat zanîn ku hevdîtina plankirî ya Barzanî û Erdogan saetekê dereng dest pê kiriye. Tê çaverêkirin di civînê de babetên wekî; têkiliyên dualî yên Tirkiye-Kurdistanê yên aborî û siyasî û pêşhatên dawî werin gotûbêjkirin.

Piştî hevdîtina Serok Barzanî û Serokomarê Tirkiyê Erdogan ku bi qasî saetek û nîvê dom kir, daxuyaniyeke fermî nehat dayîn.

Serokê nû yê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştî serdana Bexdayê yekem serdana xwe ya derveyî welat li Tirkiyê dike.

Piştî ku Nêçîrvan Barzanî wekî serokê herêma Kurdistanê hat hilbijartin û dest bi kar kir, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu bi pêwendiyên telefonî pîrozî lê kiribûn.