Mesrûr Barzanî û Wezîrê Enerjiya Amerîkayê hevkariya darayî guftûgo dikin

09 May 2020 13:45 0 dîtin
Mesrûr Barzanî û Wezîrê Enerjiya Amerîkayê hevkariya darayî guftûgo dikin

PeyamaKurd - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Wezîrê Enerjiyê yê Amerîka Dan Brouillette pêwendiyeke telefonî encam dan.

Di pêwendiya telefonî de, guftûgo derbarê girîngîpêdana bi pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Amerîka de hatin kirin, her wiha bandorên aboriyê yên nexweşiya koronayê li ser Herêma Kurdistanê û Iraqê hatin guftûgokirin.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê hevxemiya bi Amerîka re derbirî, ku bi sedema vîrusa koronayê hejmareke mezin ji welatiyan bûne qurbanî.

Herdu alî li ser girîngîpêdana zêdetir bi webirhênana Amerîkî li Herêma Kurdistanê, bi taybet di warê enerjiyê de rêkkeftin.

Herwiha guftûgo di derbarê pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê û wê mîkanîzmê de hate kirin, ku Amerîka û civaka navdewletî bi wê dikarin hevkariya darayî bi Iraq û Herêma Kurdistanê re bikin.