Mesrûr Barzanî: Yên îro ne ligel me ne, bila sibe jî xwe nekin xwediyê destkeftên me!
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li hesabê xwe yê twitterê derbarê pisrgirêkên navbera Hewlêr-Bexdayê de, peyamek belav kir. Herwiha Serokwezîr Barzanî li ser biryara dadgeha Fransayê ligel Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî axivî.
Mesrûr Barzanî di peyama xwe de got, “Yên ku îro ligel me nasekinin, bila sibe xwe nekin xwediyê destkeftên me û sûdê ji serkeftinên me wernegirin.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî beriya niha jî ragihandibû, “Hevtêgihîştina me ya vê dawiyê ya ligel Bexdayê, bingeheke baş e ji bo çareserkirina kêşeyên pêwendîdar bi biryara îro ya dadgehê.”
Mesrûr Barzanî di peyama xwe de diyar kir, tîmeke ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê sibe (îro) serdana Bexdayê bike û li ser bingeha niyazpakiyê, berdewamiyê dide gotûbêjan.
Li aliyê din Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê yê Karûbarên Darayî û Aborî Rêbaz Hemlan ragihand, piştî biryara dadgeha Fransayê ya li ser astengkirina firotina petrola Kurdistanê bo derve, Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî li ser biryara dadgeha Fransa gotûbêj kirin û got: “Lihevkirineke baş di navbera her du aliyan de heye û em ê bi Bexdayê re bigihin çareseriyeke guncaw."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin