Mesrûr Barzanî zengila sala nû ya perwerdehiyê lê da
PeyamaKurd – Li dibistaneke bajarokê Şeqlawa ya ser bi Hewlêrê ve, zengila sala nû ya perwerdehiyê ji aliyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ve hat lêdan.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro li dibistana Şehîd Îbrahîm Sebah Nasir li bajarokê Şeqlawa zengila sala nû ya perwerdehiyê da.
Sala borî mamoste Îbrahîm Sebah Nasir, dema amadekariya vekirina dibistana Sorke li Şeqlawa dikir bi elektirîkê can da, pişt re Wezareta Perwerdeyê biryar da navê wê dibistanê biguhêre û bike Şehîd Îbrahîm Sebah Nasir.
Berdevkê Wezareta Perwerde Salam Sêweylî daye zanîn, îsal perwerde li hemû dibistanan û ji bilî roja Înê li hemû rojên hefteyê destpê dike.
Berdevkê Wezareta Perwerde destnîşan kiriye, biryar hatiye dayîn, divê hemû mamoste, xwendekar û karmendê perwerdeyê mask bi kar bînin, her kesê pabend nebe jî, dê rênimayên pêwîst li hemberê werin girtin.
Di wê derbarê de Wezareta Perwerde eşkere kiribû, wek qonaxa yekem, Wezareta Perwerde 2 milyon û 500 hezar mask û 50 hezar madeyên pakirinê ji dibistan û navendên perwerdehiyê re peyda kirine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin