Mesrûr Barzanî zengila destpêkirina sala nû ya perwerdehiyê lêda
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro zengila destpêkirina sala nû ya perwerdehiyê ya 2023 – 2024an lêda.
Li gor zanyariyan, Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro dibistana Navendî ya Têkel ya gundê Korî yê Hewlêrê vekir û li wê dibistanê zengilê destpêkirina sala nû ya perwerdehiyê 2023 – 2024an lêda.
Amarên Wezareta Perwerdeyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê da zanîn, îsal zêdetir ji 1.7 milyon xwendekar beşdarî proseya perwerdehiyê dibin. Di nav wan de 1500 xwendekarên nû hatine tomarkirin.
Li gorî agahiyan, xerciya sektora perwerdeyê ya salane du trilyon dînar e û ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve tê xerckirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin