Mesrûr Barzanî zengilê destpêkirina sala nû ya xwendinê lê da

27 September 2020 09:55 0 dîtin
Mesrûr Barzanî zengilê destpêkirina sala nû ya xwendinê lê da

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 27ê Îlonê zengilê destpêkirina sala nû ya xwendinê lê da.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî got: “Xweşhal im îro zengilê destpêkirina proseya xwendinê lê didin, ji bo proseya xwendinê yap ola 12 ya amadehiyê û piştre jî xwendina polên yekem û duyem yên seretayî destpê bike.”

Serokwezîr spasiya Wezîrê Perwerdeyê kir, ji bo hewl û ked û danîna mîkanîzmekê ji bo destpêkirina proseya xwedinê, bi taybet di vê rewşê de ku bi sedema vîrûsa Koronayê peyda bûye.

Piştî lêdana zengilê dibistaneke nehiya Behrikê ya li parêzgeha Hewlêrê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî sardana çend fêrgehan kir û ji nêzîk ve amadekarî û girtina rênimayên xwedin û xweparastina xwednidekaran û mamosteyan şopand.

Di merasîma destpêkirina sala nû ya xwedinê, Wezîrê Perwerdeyê Alan Hemeseîd spasiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê kirk u 540 milyon Dînar wek budce ji bo dabînkirina pêwîstiyên tendirustî û xweparêziyê ji xwendekaran re veqetandiye.

Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê roja 2yê vê mehê bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî civiyabû û biryar dabû, werzê yekem a sala nû ya xwendinê 2020 – 2021 bi awayê xwendina eliktironî destpê bike (ji bilî qonaxa diwazdeh a amadehiyê û piştre jî polên yekem û duyem) û wezaretên pêwendîdar jî raspard di çarçoveya desthilatên xwe de rênima û amadekariyên pêwîst bikin.