Mesrûr Barzanî zengilê sala nû ya xwendinê lê da
PeyamaKurd - Sala nû ya xwendinê li Herêma Kurdistanê bi gotara Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li dibistaneke Duhokê dest pê kir.
Piştî bêhnvedaneke dirêj, xwendingeh û dibistanên Herêma Kurdistanê deriyên xwe li ber şagirt û xwendekaran vekirin. Li tevahiya Herêma Kurdistanê, milyonek û 700 hezar xwendekar hene ku dê di sala nû ya xwendinê de beşdar bibin.
Berî destpêkirina sala nû ya xwendinê, wezareta Perwerdeyê hejmareke biryar derxistibûn ji wan jî nehiştina xwedina herdû waneyên bîrkarî û zanistên giştî bi zimanê ingilîzîlî, herwiha qedexekirina vekirina xulên bihêzkirê.

Bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li dibistaneke Duhokê merasîma destpêkirina sala nû ya xwendinê birêve çû.
Mesrûr Barzanî xwendina heyama 2019-2020 li xwendekar û mamosteyan pîroz kir û ji bo xwendekaran got: “Xwendin destpêka jiyanake nû ye û kesayeta herkesê li dibistanan dest pê dike. Dahatûya welat di destê we de ye û eger hûn xwe baş perwerde bikin, hûn dê welateke baştir dirust bikin. Hûn dikarin qonaxeke nû li Kurdistanê bidin destpêkirin. Alaya zanîne û pêşkevtinê hilgirin û siberojeke mezintir ava bikin.”
Barzanî ragihand ku ji bo pêşvebirina sîstema xwendinê û dabînkirina pêdiviyên li dibistanan, weke hikûmet ew dê bi erk û berpirsyartiya xwe rabin.
Serokê Hikûmeta Kurdistanê daxwaz ji kesên xêrxwaz jî kir ku bo baştirkirina rewşa xwendinê, alîkariyên xwe pêşkêş bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin