Mesûd Barzanî di civîna Neteweyên Yekgirtî de sembola astiyê hat nîsandan
PeyamaKurd- Bi sedema avakirina 75emîn salvegera Neteweyên Yekgirtî de civînekî taybet hat lidarxistin. Di civînê de serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî sembola aştiyê hat nîşandan. Bo civîna taybet hinek serokwezîrên dewletan raste rast tevlî civînê bûn û hinek ji wan di rêya online de tevlî civînê bûn. Di civînê de vîdeoyekî hat nîşandan û Mesûd Barzanî sembola aştiyê hat nîşan dan. Li ser mijarê akademîsyen û pisporê pêwendiyên navdewletî Dr. Kirmanc Osman bo BasNewsê weha axifiye:
“Neteweyên Yekgirtî di serê civîna salana de, serok Mesûd Barzanî û nûnerê NY yê Iraqê Sergio De Mello bi sedema ku projeyên wan bo çareseriya pirsgirêkên navbera Hewlêrê û Bexdayê hene, sembola aştiyê hatin nîşandan. Ev bo xelkê Kurdistanê serbilindiye.
Ev rêzgirtin bo xelkê Kurdistanê û serok Mesûd Barzaniye. Ev halê han nîşan dide tevî ku Kurdistan ne dewlete jî lê xurte û ev pêşdeçûneka başe. Herêma Kurdistanê bo bi mîlyonan mirovan deriyên xwe vekir. Ji ber Mesûd Barzanî alîkariya aştiya dinyayê kir, bo mexdûran alîkariyê kir, sembola aştiyê hat nîşandan.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin