Nêçîrvan Barzanî heyeta bilind ya Neteweyên Yekgirtî qebûl kir
PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî cîgirê sekreterê giştî yê Neteweyên Yekgirtî Abdullah ed-Dardari û heyeta pê re qebûl kir û got ku dahatûya Herêma Kurdistanê û Iraqê li ser cûrekirina dahat û çavkaniyên wan e. Abdullah ed-Dardari hem cîgirê sekreterê UN yê ye û hem rêvebirê baregeha herêmî ya bernama geşepêdana welatên Ereb (UNDP) e. Li gor ragihandina serokatiya Herêma Kurdistanê di hevdîtinê de heyeta mêvan di derbarê armanca seredana xwe ya Iraqê û Kurdistanê de agahî daye Barzanî.
Armanca heyetê ew e ku Iraq û Kurdistan li ser dahata petrolê nemîne, dahatên Kurdistanê û Iraqê cur bi cûr zêdetir bikin û di mijarê de destekê bidin Iraqê û Kurdistanê. Di hevdîtinê de her weha behsa bandora herifîner ya kêşûhewayê ya li ser Iraqê û Kurdistanê kirine û wê di mijarê de destekê bidin her dû welatan.
Heyet behsa civîna ku bi komisyona Kurdistanê ya veberhênanê re kiriye û ew amade ne ku veberhênerên biyanî ji bo herin Kurdistanê, ji bo gêncan derfetên kar biafirînin, ji bo armancê nexşerêyê plan bikin û NY amade ye ku destekê bide Herêma Kurdistanê.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi xweşî fikr û planên UNDP ê qebûl kir û ji ed-Dardari re di karê wî de serkeftinê jê re xwest.
Abdullah ed-Dardari, piştî seredana Bexdayê kiribû, çû Herêma Kurdistanê û bi serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi Mesrûr Barzanî re civînekî kiribû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin