Meytê Keybanûya Brîtanyayê, derbasî Edinburgê hat kirin
PeyamaKurd- Meytê Keybanûya Brîtanyayê Elizabetha 2yemîn ku di 8ê Îloê de koça dawî kir, ji bo paytexta Îskoçyayê Edinburgê hat veguhestin.
Di agahiyên hatin parvekirin de hat zanîn ku meytê keybanûya ku li Keliha Balmoralê ya li herêma Aberdeenshirê ya Îskoçyayê koça dawî kiribû, îro ji bo paytexta Îskoçyayê Edinburgê hat veguhestin û derbasî Koşka Holyroodhouseyê hat kirin.
Di dema veguhestina meytê Elizabetha 2yemîn de xelkê ku xwest wan dîmenan bibîne, ber bi rêya konvoyê ve kişiya. Hat ragihandin ku rêwîtiya darbesta keybanûyê, nêzîkî 6 saet û nîvan dewam kiriye.
Hat zanîn ku dê darbesta Keybanûya Brîtanyayê bişev li jûra textê wê bê rawestandin û darbesta wê bi desteguleke ji çend kulîlkên cihêreng hatiye xemilandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin