Nêzîkî 40 koçberên Kurd ên Basûrê Kurdistanê derbasî Brîtanyayê bûn
PeyamaKurd – Nêzîkî 40 koçberên Kurd ên Başûrê Kurdistanê, bi belemeke lastîkî û bi awayekî neyasayî, li pêş çavên zêrevanên peravên Fransayê, derbasî Brîtanyayê bûn.
Medya Brîtanî dîmenê wan koçberan belav kir û tê xwuyakirin, nêzîkî 40 koçberên ku bi zaravayên Behdînî û Soranî diaxivin, li peraveke navçeya Ambleteuse ya bakurê Fransayê rahiştine belemekê û dibin nav deryayê, pişt re bi wê belema lastîkî di nav Kanala Îngilzî re ber bi Brîtanyayê dikevin rê.
Hejmarek jin û zarok jî bi wan koçberên Kurd re ne û hinek ji wan êlekê silametiyê li xwe nekirine. Wê demê 8 zêrevanên peravên Fransayê tenê 100 metre dûrî koçberên Kurd in, lê rêgiriyê li wan nakin.
Zêrevanan ji Kanala Sky News a Brîtanî diyar kirine, ji ber hejmara zêde ya koçberan, nikarîne wan rawestînin. Nîv saet piştî wan, belemeke din bi hejmareke zêdetir a koçberan, li ber çavê zêrevanên Fransayê derbas bûn.
Yekî ji wan koçberan ji medya Brîtanî eşkere kiriye, wî li Belarûsê 2 hezar Euro daye qeçaxçiyekî, da ku wî ji nav Poland û Almanyayê bigihîne Fransayê û ji wir jî biçe Brîtanyayê. Piştî gîhiştina sînorê avî yê Brîtanyayê, zêrevanên peravên wî welatî ew koçber veguhestin nav keştiyekê.
Li gor rojnameya Daily Mail, îsal zêdeyî 17 hezar koçberan bi awayekî neyasayî bi rêya Kanala Îngilîzê xwe gîhandine Brîtanyayê. Di dema borî de, piraniya caran koçberan bi şev hewl dane ji Fransayê bi qeçaxî biçin Brîtanyayê, da ku zêrevanên peravên Fransayê wan negirin, lê ev 40 koçberên Kurd bi roj ketin rê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin