Zêdetirî 16 hezar koçberên Rojava gihîstine Basûrê Kurdistanê

11 November 2019 15:50 0 dîtin
Zêdetirî 16 hezar koçberên Rojava gihîstine Basûrê Kurdistanê

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku ji ber êrîşên artêşa Tirkiye û komên çekdarên cîhadî bi ser Rojavayê Kurdistanê de, heta niha hejmara koçberên Kurdên Rojava yên gihîştine Başûrê Kurdistanê 16 hezar kesan derbas kiriye.

Li gorî amarên Navenda Karûbarên Mirovî ya Parêzgeha Duhokê, ji ber êrîşên berdewam hê jî hatine koçberên Rojava bo Başûrê Kurdistanê berdewam dike û niha hejmara wan 16 hezar kesan derbas kiriye.

Herwiha bi qasî 14 hezar ji koçberan li nav kampên Berdereş û Giwêlanê bicih bûne û bi qasî du hezar koçber jî li cem xizm û mirovên xwe bicih bûne.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî jî çend roj berê serdana koçberên Rojava yên li kampa Berdereş kiribû û dabû xuyakirin ku ew dê di alîkarî û xwedîderketina birayên xwe yên Rojava re berdewam bin.

Li alîyê din Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî jî pêwîstiyên koçberan dabîn dike ku hin rêxistinên mirovî yên navdewletî jî alîkariyê didan Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî.

Dêzgeha Xêrxwazî ya Barzanî ji destpêka êrîşan ve 3 karwanên alîkariyê jî gihandibûn Rojavayê Kurdistanê.