14 hezar 343 koçberên Rojava gihîstine Basûrê Kurdistanê

03 November 2019 17:59 0 dîtin
14 hezar 343 koçberên Rojava gihîstine Basûrê Kurdistanê

PeyamaKurd - Piştî destpêkirina êrîşên Tirkiyê bi ser Rojavayê Kurdistanê de, bi qasî 14 hezar kesên ji warê xwe koçber bûn û derbasî herêma Kurdistanê bûn ku hejmar her diçe zêdetir dibe.

Tirkiyê di 9ê Cotmehê de li dijî Rojavayê Kurdistanê dest bi operasyonê kir û ligel agirbest û lihevkirinên demkî yên bi Amerîka û Rûsyayê re jî operasyon hêj berdewam dike.

Bi berdewamkirina operasyonê re her roj bi hezaran kurd ji cih û warên xwe dibin û dibin koçber. Ji destpêka operasyonê ve zêdetirî 14 hezar kurdên Rojava koçî herêma Kurdistanê kirin.

Navenda Kordînasyona Hevpar ya Herêma Kurdistanê ji ser Twiter daxuyaniyek parve kir û got, "Îro ji ser Sihêla 256 kes derbasî Herêma Kurdistanê bûn û ev kes wê li Wargeha Gawilan ya Duhokê bên bicihkirin."

Hat ragihandin ku bihatina van kesan re ji 9ê Cotmehê heta niha 14 hezar û 343 xelkê sivil ji Rojavayê Kurdistanê  hatine Başûr.

Lijneya Wezîran ya herêma Kurdistanê, ji bo alîkarî bigihîne van koçberan heftaya borî civînek pêk anîbû û biryar ji bo alîkariya koçberan wergirtibû.