Keybanûya Brîtanyayê, pistî xwe nameyeke nepenî hist

15 September 2022 15:00 0 dîtin
Keybanûya Brîtanyayê, pistî xwe nameyeke nepenî hist

PeyamaKurd- Keybanûya Brîtanyayê Elizabetha 2yemîn ku di 8ê Îlonê de koça dawî kiribû, hat zanîn ku salên borî nameyek nivîsiye û xwestiye ku ew name heta sala 2085an neyê vekirin.

Hat ragihandin ku Keybanû Elizabetha 2yemîn ku 70 salan hikûmdariyê kir, di sala 1986an de li bajarê Sidneyê yê Awustralyayê nameyek nivîsiye û nameyê radestî rayedarên serdemê kiriye.

Li gorî agahiyên hatin parvekirin, li ser nameyê ev nîşeya balkêş û nepen hatiye nivîsandin:

“Ji bo Serokê rêzdar û rastgo yê Şaredariya Sidneya Awustralyayê. Di sala 2085an de di rojeke ku ji bo we guncav bê dîtin de ji kerema xwe vê nameyê vekin û peyama min ji bo xelkê Sidneyê ragihînin.”

Di çapemeniya Brîtanyayê de li ser mijarê gelek nûçe hatin çêkirin û bi piranî hat gotin ku dibe ku ji ber xelkê Sidneyê avahiya dîrokî rizgar kirine, spasiya wan kiribe.