Mezlûm Ebdî: 110 hezar hêza me heye, Amerîkayê jî soza parastinê daye me

17 December 2019 17:29 0 dîtin
Mezlûm Ebdî: 110 hezar hêza me heye, Amerîkayê jî soza parastinê daye me

PeyamaKurd -  Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî li ser bangên rejîma Sûriyê yên tevlîbûna HSDê, gefên Tirkiyê yên ser wan û hin mijarên din bersiva pirsên Rojnameya Şerq El-Ewset da.

Ebdî di hevpeyvînê got, “Hejmara hêza me, 110 hezar şervan û endamên asayîşê ne û divê cihê xwe di Artêşa Sûriyê ya Pêşerojê de bigire” û diyar kir ku danûstandinên ligel Şamê demeke dirêj dixwazin.

Mezlûm Ebdî herwiha destnîşan kir ku wan hemû bendên rêkeftina Soçiyê qebûl nekirine û li ser daxwaza Amerîkayê vekişiyane ku Amerîkayê jî soza parastina wan daye.

Fermandarê HSDê destnîşan kir ku, pêwîstiya herêmê (Rojhilatê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê) bi naskirineke siyasî heye û danûstandin berdewam in û li ser rêkeftina navbera Rûsya-Tirkiyê da zanîn ku wan hemû bendên lihevkirina Soçiyê qebûl nekirine û rewşa herêmê bi ya herî tevlîhev bi nav kir.

‘Me gelek caran ji rejîmê xwestiye hêzên xwe li sînor belav bikin’

Li ser pirsa gelo bi rêveberê Ewlehiya Neteweyî Elî Memlûk re ti lihevkirin hatiye mohrkirin Ebdî wiha got:

“Me gelek caran ji Hikûmetê xwestiye hêzên xwe li ser sînor belav bikin da ku rê li pêşiya bihaneyên Tirkiyê bigirin, lê qebûl nekir. Lê belê piştî pêkanîna êrîşê, Hikûmetê qebûl kir û belavbûna wan li herêmên navbera HSDê û Hêzên Tirkiyê de hat erêkirin.”

Mazlûm Ebdî: Me hemû bendên “Soçîyê” qebûl nekiriye

Di çarçoveya lihevkirina Soçî ya navbera Tirkiyê û Rûsya de, Fermandarê HSDê, bal kişand ser peymana Edenê û teqez kir ku wan hemû bendên vê lihevkirinê qebûl nekiriye.

Ebdî aramancên Tirkiyê wekî guhertina demografîk û qirkirina etnîkî nirxand û aliyên ku piştigiriyê bidin Tirkiyê jî weke hevkara heman sûcan bi nav kir.

Mazlûm Ebdî: Amerîka soza parastinê daye

Fermandarê HSDê Ebdî bal kişand ser hebûna hêzên Amerîkî û diyar kir ku, belavbûna wan bi biryara Serokê Amerîka çêdibe û soza parastina HSDê jî ji Amerîka girtine.

Mezlûm Ebdî di beşeke din a wê hevpeyvînê de, rewşa herêmê (Bakurê Rojhilatê Sûriyê) jî wekî rewşa herî tevlîhev bi nav kir û sedema wê jî bi hebûna hêzên cuda yên wekî hevpeymaniyê, Rûsya, Tirkiyê û Sûriyê ve girê da.