Mezlûm Ebdî têkçûn û nemana DAISê ragihand: 11 hezar servanan can daye
PeyamaKurd - Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) îro li Baxozê bi merasîmekê serkeftina dijî DAIŞê ragihand. Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî spasiya hemû aliyên ku hevkariya wan di rûbirûbûna teroristan de kirine kir ku bi taybet jî spasiya Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê kir.
Di destpêka rêwresmê de Peyvdarê Fermî yê HSDê Gabriyêl Kîno got, bi qurbanîdana bi hezaran şehîd û azayetiya şervanan û piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî me karî xîlafeta DAIŞ a teroristî ji nav bibin.
Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî jî di merasîmê de bi nûneratiya Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê ragihand, îro ew rêxistina xwe bi navê xîlafeta Îslamî ragihandibû, bi temamî hat jinavbirin û kontrola wê li ser Baxozê nema.
Mezlûm Ebdî wiha axivî: “Piştî me karî şerê Qaide di salên 2013 û 2013an bikin û jinav bibin, di sala 2014an de rûbirûyî rêxistena DAIŞê ya terorî ya her hovane bibin û berxwedana Kobanê sembola bexwedana cîhanî li dijî terorê bû. Piştî şerê 5 salan, niha serkeftina li ser DAIŞê radigihînin.”
Fermandarê HSDê di berdewamê de ragihand ku di şerê li dijî Qaîde û DAIŞê de, wan kariye jiyana zêdetir ji 5 milyon kes li Bakur û Rojavayê Sûriyê û deverên din ên Sûriyê ji gefa wan rêxistinên terorê biparêzin.
Mezlûm Ebdî got, “Ev serkeftina di şerê li dijî DAIŞê de zêdetir 11 hezar şervan û fermandarên HSDê şehîd bûn û zêdetir 21 hezar şervanan jî birîndar bûn. Rêz ji giyanê şehîdan re û hêviya saxiya bilez ji birîndaran re dixwazin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin