Mezlûm Ebdî: 3 hezar 286 kes ji Cizîr, Efrîn û Kobaniyê hatine revandin

10 January 2020 14:41 0 dîtin
Mezlûm Ebdî: 3 hezar 286 kes ji Cizîr, Efrîn û Kobaniyê hatine revandin

PeyamaKurd -Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokrat (HSD) Mezlûm Ebdî ragihand, zêdetirî 3 hezar 200 kes ji Cizîrê, Kobanîyê û Efrînê hatine revandin.

‘Ji Kobanî, Efrîn û Cizîre hatin revandin’

Mezlûm Ebdî Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokrat di li zer hesabê xwe yê medya civakî ragihand, 3 hezar û 286 kes ji  navçeyên Kobanî, Efrîn û Cizîra Rojavayê Kurdistanê hatine revandin.

Bi gotina wî, 544 kes ji wan li ser destê DAIŞê û 2368 kes jî,  ji aliyê çekdarên opozîsyona Sûriyê ve, herwiha 374 ji wan ji aliyê hikumeta Sûriyê ve hatine revandin.

‘Komîteyeke lêkolînê hatiye pêkanînin’

General Mezlûm amaje bi wê yekê jî kir ku 8 ji wan kesan li navçeyên di destê HSDê de hatine revandin.

Herwiha Mezlûm Ebdî da zanîn ku komîteyeke lêkolînê hatiye pêkanînin derbarê wan kesên ku li navçeyên wan hatine girtin û dê çarenûsa wan kesên revandî û windabûyî eşkere bikin. Kesên tawanbar dê bêne sizadan û encamên lêkolînan jî, bo raya giştî werin eşkerekirin.