Miçotakis, bersiveke tund da gotinên Erdogan
PeyamaKurd- Serokwezîrê Yunanîstanê Kiryakos Miçotakis, li ser gotinên Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayip Erdogan axivî. Miçotakis ragihand ku Tirkiyeyê bi vê helwesta xwe, NATO jî daye hemberî xwe.
Piştî ku Yunanîstanê, li Midilliyê 23, li Sisamê jî 18 maşînên zirxî bi cih kirin, rewşa navbera Tirkiye û Yunanîstanê aloztir bû. Li ser vê yekê Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayip Erdogan û rayedarên Enqereyê, bertekên tund nîşan dabûn.
Serokwezîrê Yunanîstanê Kiryakos Miçotakis, di civîna kabîneyê de got ku ew bi hêza hiqûqa navneteweyî, bi hişyariya hêzên xwe yên çekdar û piştgiriya hevkarên xwe, xwedî sekineke zelal in û baweriya wan jî bi wan heye.
Serokwezîrê Yunan, di dewama axaftina xwe de banga dan û stendinan jî kir û got,
“Di cihê gotinên sorkirinê de vebijêrka rêya dan û steninan a aştîxwaz û watedar, girîng e.”
Miçotakis, di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser gefên Tirkiyeyê û got,
“Aliyê li hember me, dikare derew û gefên xwe bi awayê rojane dewam bike lê di vê lîstikê de bi tena serê xwe ye. Ne tenê li hember Yunanîstanê ne. Bi hevkarên me yên Ewropa û NATOyê re jî di nav têkoşînê de ne.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin