Berdevkê HDPê malbat vexwendin parlamenê, Erdogan bersiveke tund da!

13 September 2019 16:57 0 dîtin
Berdevkê HDPê malbat vexwendin parlamenê, Erdogan bersiveke tund da!

PeyamaKurd - Berdevkê HDPê Gunay Kubîlay li Navenda Giştî ya HDPê ya Enqerê di civîneke rojnamevanî de li ser teqandina mînîbusa li navçeya Diyarbekirir Pasûrê jî daxuyanî da û got ew bûyerê şermezar dikin. Kubîlay herwiha bang li malbatên li ber avahiya HDPê jî kir û ew vexwendin parlamentoyê.

Piştî vê bangê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan bersiveke tund da HDPê û şerê dijî PKKê bibîr xist û got, "Duvika PKKê HDP heger dixwaze tiştekî bike bila bike. Em destûrê nadin bi rêya parlamentoyê xwe meşrû bikin. Em ji xwe li Gabarê, Tendurekê û Bestlerê çi pêwîst be dikin."

Gunay Kubîlay di civîna rojnamevanî de herwiha li ser teqîna Pasûrê xwestibû ku demildest lêpirsîneke bi bandor bê kirin û ji rayedarên dewletê jî berpirsên êrîşê derxin holê.  

Kubîlay li ser operasyona li dijî HDPê ya piştî teqînê jî got, li şûna lêpirsînek bi bandor bê kirin operasyoneke nû xistine dewrê û diyar kir ku ew ji bo pêkanîna aramî û aştiyê amade ne.

Kubîlay li ser çalakiya malbatên li ber avahiya HDPê ya Amedê da xuyakirin, “Daxwaza malbatan a li ber partiya me daxwazek mafdar e. Daxwaza me jî ew e ku tiliya kesî xwîn nebe. Bila rê li pêşiya aştiyeke civakî û mayînde vekin û her kes bi saxlemî vegere malên xwe.”