Middle East Eye: Li Erdogan pereyekî teklîf kirin lê qebûl nekir

03 October 2020 00:33 0 dîtin
Middle East Eye: Li Erdogan pereyekî teklîf kirin lê qebûl nekir

PeyamaKurd- Rêvebirê weşanê yê giştî yê Middle East Eye ê David Hearst li ser mijara kuştina rojnamevanê WSJ ê Cemal Kaşıkçı şiroveyan kir. David Hearst dibêje tevî di ser kuştina Kaşıkçı de 2 sal derbas bûye, siya bûyerê hêjî li ser welîahd Prens Muhammed Bîn Selman e. Rojnamevanê Îngîlîz David Hearst dibêje ku hêjî talûka kuştina muxalifên Erebistana Si’ûdiyê heye. Sedema mezinkirina kuştina Kaşıkçı şans e.

Hearst dibêje ku di destê Tirkiyê de qeydiyên dengan hene û gelek dirêjin. Tenê 45 deqeyên wê hatin weşandin. Li gor Tirkiyê tîma înfazê gelek caran li Erebistanê geriyabû. Tirkiye zane li kî geriyane.

Li gor Hearst; fermana kuştina Kaşıkçı Muhammed Bîn Selman dabû û hê jî ji encamên wê rizgar nebûye.

Li gor Hearst kuştina Kaşıkçı qraliyeta Selma xiste talûkê. Kaşıkçı xwest li Amerîkayê ji xwe re jiyanekî deyne lê xwe ew çend mezin nedidît û bo têkiliyên navbera Trump-Selman tehdîd bû.

Hearst radigihîne ku sîcîla Tayip Erdoğan di mijara azadiya çapemeniyê de baş nîne lê biryarekî rast da û weha dewam dike:

“Piştî kuştina Cemal Kaşıkçı Erebistana Si’ûdiyê gelek prensên bi tecrube şandin Tirkiyê û gotin ‘werin em peyman çêbikin’ û gelek sozan dan Erdoğan. Di wê wextê de aboriya Tirkiyê baş nînbû. Niha jî baş nameşe. Lê Erebistan pereyekî zêde teklîf kir. Divê em heqqê wî bidinê, Erdoğan wan red kir.”

David Hearst di salên 70 yan de berpirsiyarê rojnama The Guardianê yê Rojhilata Navîn bû û tecruba wî di mijarên Rojhilata Navîn de zêde ye.